Opozîsyona Sûriyê banga tevgereke navdewletî li hember komkujiya Cisir El-Şixûrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevbendiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf)got ku komkujiya firokeyên Rûsî li Cisir El-Şixûrê tawaneke cengê ye û daxwaza tevgereke navdewletî li vê dijî komkujiyê kir.

Îtîlafê di daxuyaniyekê de tekez kir, komkujiya hovane ya ku duhî ji aliyê hêzên Rûsî ve li bajarê Cisir El-Şixûrê pêk anîn, tawaneke cengê ye, ji ber ku wan bazareke gelerî kir armanc ku di encamê de 9 sivîl hatin kuştin û bi dehan kes birîndar ketin. Ji bilî gelek êrîşên din asmanî û topbarankirina deverên cuda yên herêma Idlibê û gundewarê wê.

Îtîlafê daxwaz ji artêşa niştimanî ya Sûriyê kir ku bi tundî bersiva vê komkujiyê bide, bi armanckirina jêderên agir û cihên “hêzên tawankar”  ji bo rê li ber pêkanîna van tawanên hovane were girtin.

Her wiha Îtîlafê daxwaza tevgereke navdewletî li hember vê komkujiya hovane û şermezarkirina wê kir, ji bo qerebûkirina qurbaniyan û cezakirina berpirsiyarên tawanbaran li Sûriyê.

Îtîlafê got jî, xemsariya civaka navdewletî derbar berpirsiyarî, dadgehkirin û pêkanîna veguhastineke siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254, nayê qebûlkirin, ji ber ku rêjîma Esed vê yekê wek ronahiya kesk dixwîne ji bo ku ew û hevalbendên wê komkujî û tawanan pêk bînin.

Li gorî çalakvanên Idlibê, firokeyên rûsî duhî bazareke bajarê Cisir El-Şixûrê yê li rojavayê Idlibê bombebaran kir, li gorî Rêxistina Berevaniya Sivîl jî, di encama êrîşê de 9 kesan canê xwe jidest dan û 61 kes birîndar bûn ku di nava wan de zarok jî hene.