Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê bidawîbûna erkê xwe di xula pêncem de radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê ragihand, erkên wan di xula pêncem a parlamentoyê de bidawî bûne û mûçeyê parlamenteran wernagirin.

Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid îro 26ê Hezîrana 2023an li Parlamentoya Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de, ragihand ku îro wî erkên wan temam bûye wan yadaştnameyek ji Desteya Serokatiya Parlamentoyê re şandiye ku ji meha Hezîranê ve mûçeyên xwe wernagirin.

Got jî: Berê jî me soz dabûn gelê Herêma Kurdistanê ku pêwîst e pirsa xanenişînan ji bo endamên Parlamentoya Kurdistanê bê birêkxistin û ew niha soza xwe cîbicî dikin.

Mela Xalid eşkere kir, Fraksiyona PDKê ji 45 parlamenteran pêk tê û li gorî temenê diyarkirî yê xanenişîniya parlamenteran, 22 endamên PDKê temenê wan di bin 45 saliyê re ne û ji % 50 ji mûçeya xanenişînan wernagirin, ew bi rêjeya ji % 15 heta 25 xaneşîn dibin. Eger bixwazin, 23 parlamenterên PDKê bi rêjeya % 25 heta 50 xaneşîn dibin.

Derbarê dirêjkirina dema parlamentoya Kurdistanê de jî Zana Mela Xalid got, wan nedixwast hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bên paşxistin. Lê belê ji ber pirsgirêkên di navbera hemû aliyên siyasî de li ser sererastkirina yasaya hilbijartinan û çend mijarên din, ew neçar man bi lihevkirinekê dema parlamentoya Kurdistanê dirêj bikin.