Li Diyarbekir bihaya ajelên qurbanê du qat zêde bûne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê li bazara ajelên qurbanê liv û tevgera danûstandinê zêde dibe. Li gorî cejna qurbanê ya par bihayên ajelan du qat zêde bûne. Wek mînak; bihayê kavira ku par bi 4 hezar lîreyî bû îsal bûye 8 hezar lîre.

Li seranserê Diyarbekirê, ji ber Cejna Qurbanê li gelek taxan bazara ajelan tê danîn. Ev der jî bazara li Yenikoy ya li navçeya Rezan e. Li vê bazarê ajeldarên xwecihî jî yên ku ji Bingol, Mûş û Bitlisê hatine dixwazin ku heta dawî roja cejnê ajelên xwe bifiroşin. Lêbelê li gorî par lêçûnên vegihestin, ka û dermanan jî zêde bûne û vê yekê jî bandor li bihayên ajelan jî kiriye.

Firoşkarê Ajelan Cebraîl Ceylan: “Me par cota mîhan bi 3 hezar û 700-800'î dida. Me yeka wan dida 2 hezar û 100, 2 hezar û 200 lîreyî. Li gorî kîlo û goştê wê dihatin bihakirin. Lêbelê îsal cota wan 7 hezar, 7 hezar 500 heta 8 hezaran e. Em li vir bi 400500 lîre kar didin. Li gorî par bihayê her tiştî ji sedî 100 zêde bûye. Xelk li gorî bihayên par tên lê belê biha zêde bûne. Welatî li gorî berîka xwe bi 3 hezar, 3 hezar û 500 lîreyî tê bazarê lê belê bi vî pereyi jî ajel nîne.”

Firoşkarê Ajelan Remezan Yildiz: “Li gorî par îsal bihatir e, par ne evqas biha bû. ya rast her tişt biha bûye. Ka feqîr nikarin bikirin. Em mesrefê lê dikin, em li ber vê tavê ne. Em jî serê ajelê 300- 400-500 lîre digirin.”

Gelek welatî ji bo ku bikin qurban ajelan dikirin lêbelê ji ber ku bihayê goşt li gorî qesaban erzantir tê, gelek welatî jî ji bo kirîna goşt berê xwe didin van bazaran. Li bazarên ajelên bihayên kavir, mih, bizin û gîskan ji 6 hezar lîre dest pê dike û heta 12 hezar lîreyî jî diçe.

Bikirê Ajelan Xelîl Karataş: “Ê wile em bihayên wan nizanin, ew dibêjin çi em dikirin. Êdî pere bûye jehr. 200 lîre bûye 10 lîre. Mirov pêçek pere têxe berîka xwe û tê bazarê, lêbelê tu lê dinêrî 100 lîre di destê te de maye. Çawa tê wisa jî diçe.”

Li bazarên ajelan liv û tevger hêdî hêdî zêde dibe lêbelê tê çaverêkirin ku di her çar rojên cejna qurbanê de jî ev liv û tevger zêdetir bibe.