Biden: Me ti car destwerdan di bûyerên Rûsyayê de nekiriye

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser serîhildana grûpa Wagnerê li hember hikûmeta Rûsyayê ragihand, me ti hincetek nedaye destê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku rojava yan jî NATOyê tawanbar bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser serîhildana grûpa Wagnerê li hember hikûmeta Rûsyayê ragihand, me ti hincetek nedaye destê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku rojava yan jî NATOyê tawanbar bike.

Joe Biden dibêje: “Me bi zelalî ragihand ku me ti destwerdan di bûyerên Rûsyayê de nekiriye û ti pêwendiya me bi wê yekê nebûye, ev beşek bû ji milmilaniya nav sîstema Rûsyayê.”

Biden diyar kir, dema grûpa Wagnerê li hember hikûmeta Rûsyayê serî hildaye, ferman daye ku tîma asayîşa niştimanî ji nêzîk ve geşedanan bişopîne û her saetek zanyariyan bide.

Serokê Amerîkayê diyar kir, ew ligel Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky jî axiviye li ser geşedanan û eşkere kir, dibe ku careke din pê re biaxive.

Joe Biden eşkere kir, her çi li Rûsyayê rû bide, welatê wî berdewam dibe di piştevanîkirina Ukraynayê de, herwiha tekez kir, wî ligel Volodimir Zelensky biryar dane, berdewam di pêwendiyê de bin.