Romanowski tekezî li ser girîngiya vekirina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîka li Bexdayê Alina Romanowski tekezî li ser giringiya vekirina boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê dike.

Balyoza Amerîka li Bexdayê Alina Romanowski duhî Duşemê ligel Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdulxenî civiya, piştî civînê jî li Twittera xwe ragihand, “Me gotûbêj li pirsa zêdebûna giringîpêdana kompaniyên Amerîkî bo veberhênana li Iraqê kirin.”

Romanowski nivîsî jî: “Me her wiha li ser giringiya vekirina boriya Iraq-Tirkiyê ji bo vegerandina dabînkirina bazarên navdewletî û bihêzkirina aboriya Iraqê - ji bo berjewendiya hemû Iraqiyan gotûbêj kirin.”

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê re, ji roja 25ê Adara borî ve hatiye rawestandin, piştî biryara dadgeha navdewletî ya hakimaniyê li Parîsê, ku biryar da ku ew hinardekirin neqanûnî ne.

Her çend e Hewlêr û Bexdayê dosya di navbera xwe de çareser kirin jî, lê heta niha Tirkiyê veguhestina petrola Herêmê dest pê nekiriye, heta ku – li gorî biryara dadgeha hakemê – pirsa qerebûyên ku Enqere dê bide Bexdayê, were çareserkirin.