Gundogan dilxweşiya ji ber tevlêbûna FC Barcelonayê nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Lîstikvanê Alman Ilkay Gundogan dilxweşiya xwe ji ber tevlêbûna tîma “FC Barcelona” anî ziman.

FC Barcelona duhî Duşemê, bi awayekî azad peymana xwe bi Gundogan re ragihand, piştî bidawîbûna peymana wî bi Manchester City re.

Gundogan di yekem helwesta xwe ya çûna nava rêzên Barcelona de, wêneyê xwe yê bi kirasê Barcelonayê li Twittera xwe weşand û wiha nivîsî: “Ez gelek kêfxweş im ku ez tevlî vê tîma hêja bûm. Ez li benda destpêkirina vê werzê nû me.”

Barcelonayê bi Gundogan re, peymanek bi du demsalan, bi vebijarka ku ji bo werzê sêyemîn dirêj bike îmze kir, bi mercê cezayê 400 mîlyon Euroyî.

Gundogan (32 salî) di werzê borî de bi Manchester City re bi awayekî balkêş diyar bû û sêbendeke dîrokî (lîga û kûpa herêmî û Champions League ) bidest xistibû.