Çalakiya malbatên kesên winda di hefteya 751emîn de ye

Li ber Pêyekerê Mafê Jiyanê yê Diyarbekirê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê daxwaza diyarkirina ciyên xizmên xwe yên winda û cezakirina kiryarên wan bûyeran kirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li ber Pêyekerê Mafê Jiyanê yê Diyarbekirê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê û malbatên kesên ku ji aliyê hêzên tarî yên li Trkiyê ve hatine windakirin û kuştin; di 751emîn hefteyî de jî daxwaza diyarkirina ciyên xizmên xwe yên winda û cezakirina kiryarên wan bûyeran kirin.

Endamê Rêvebiriya  ÎHD a Diyarbekirê Ercan Yilmaz bal kişand ku sedema windakirin û kuştina wan kesan jî, diyarnekirina çarenûsa wan jî, ji ber çaresernebûna pirsa Kurd e û li Tirkiyê hêj jî kiryarên tawanên ku li hember Kurdan tên kirin, ji aliyê dewletê ve nayên cezakirin, lê tên parastin û ev jî rastiyeke trajedîk e ku her berdewam dike.

Di 751emîn çalakiya malbatên roja şemiyê de, Dr. Recai Aydinê ku di 2ê Tîrmeha 1994an de, hatiye revandin û windakirin hat bibîranîn.

Seroka Jûra Tabîban a Diyarbekirê Elîf Tûran jî hevpîşeyê xwe bi bîr anî û da zanîn ku : “Ev malbatên ku xizmên wan hatine windakirin û kuştin û civaka Kurd, nikarin şîn û taziya xwe jî li gor ku pêwist e temam bikin. Ji ber ku termên miriyên me jî winda ne û me nekariye kêleke gorê jî ji bo wan deynin. Loma em her di şîneke berdewam de ne û divê vê şerma mirovî bi dawî were.”

Di daxuyaniyên çalakiyê de bang û daxwaza her heftê tê kirin ya ‘Bila ciyê windayiyên me bên aşkerekirin û kiryar bên diyarkirin û cezakirin’ hat dubare kirin. Piştî çalakiya rûniştinê civîna çapameniyê bi dawî hat.