Zêdetirî 60 hezar geştyaran serdana cihên geştyariyê yên Duhokê kirine

Rêveberiya Geştûguzariya Duhokê eşkere kir, di nava sê rojên borî yên Cejna Qurbanê de zêdetirî 60 hezar geştyaran serdana cihên geştyariyê yên parêzgeha Duhokê kirine.

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Geştûguzariya Duhokê eşkere kir, di nava sê rojên borî yên Cejna Qurbanê de zêdetirî 60 hezar geştyaran serdana cihên geştyariyê yên parêzgeha Duhokê kirine û tê pêşbînîkirin ku heta 8ê vê mehê ev hejmar zêdetir bibe.

Îro Şemiyê 1ê Tîrmeha 2023an, Rêveberê Rêveberiya Geştûguzariya Duhokê Xeyrî Elî Aso ji Kurdistan24ê re ragihand, heta duh roja înê nêzîkî 60 hezar geştyaran ji başûr û naverasta Iraqê serdana cihên geştyariyê yên parêzgeha Duhokê kirine û pêşbînî dikin ku heta 8ê vê mehê ev hejmar zêdetir bibe.

Xeyrî Elî Aso destnîşan dike ku hatina geştyaran bandoreke mezin kiriye ser bazar û aboriya parêzgeha Duhokê û dibêje, çend roj berê serdana cihên geştyariyê yên Akrê, Amêdî, Sêmêl û çend cihên din kiriye, da ku bizanin têbîniyên geştyaran li ser cihên geştyariyê çi ne.

Herwiha diyar kir, ew li ser wê yekê dixebitin ku kêşeya mana geştyaran çareser bikin û heta niha hejmarek hotel û cihên mayînê li sînorê parêzgeha Duhokê dirust kirine, lê belê ji veberhêneran daxwaz dike, ew jî beşdarî çareserkirina vê kêşeyê bikin û cihên mayînê çêbikin.