Beyrût: Şam ji bo vegerandina 180 hezar koçberan amade ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Koçberan di hikûmeta demkî ya Libnanê de Îsam Şerefedîn dibêje, Şam amade ye wek qonaxa yekem, pêşwaziya 180 hezar penaberên sûrî bike, piştre jî mehane 15 hezar penaberan werbigire.

Şerefefîn di daxuyaniyekê de ji ajansa Rûsî (Sputnik) re tekez kir, Şamê asankarî ji daxwaza Wezareta Derve ya Libnanê zêdetir pêşkêş kirine, ji bo vegerandina penaberên Sûriyê. Diyar kir jî, “hikûmeta Sûriyê pabendbûna xwe bi cîbicîkirina hemû xalên têgihîştinê yên ku di sala borî de li ser hatine lihevkirin û dabînkirina hemû asankariyên pêwîst, nîşan daye.”

Got jî: Şamê hemû gavên pratîkî ji bo vegerandina 180 hezar koçberan amade dike, ku cihê hewandinê û malên li hin gundan ji wan re hatiye dabînkirin, bêyî ku behsa xwediyên van xaniyan bike, tenê amaje bi dabînkirina jêrxana bingehîn li van cihan kir.

Hejmara penaberên Sûriyê li Lubnanê zêdetirî 1.8 milyon kes e ku li gor amarên Libnanî, nêzîkî 880 hezar ji wan li Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekgirtî hatine tomarkirin.

Pirsa vegera penaberên sûrî bo malên xwe di van demên dawî de bûye dosyayeke pêşîn a gotûbêjên siyasetmedarên Ereban, bi taybetî di lûtkeya Erebî a ku di Gulana borî de li Ceddah, Erebistana Siûdî hatiye kirin ku piştî zêdetir ji 12 salan serokê rejîmê Sûriyê Beşar Esed tê de beşdar bûbû.

Wezîrê Libnanî diyar kir ku “Hikûmeta Sûriyê soz daye ku li hemû şert û mercên koçberan binêre û kesên dixwazin jî, dê ji nû ve bixe kar. Her wiha îmkana derxistina lêborîneke giştî jî heye ku hemû welatiyan, tevî kesên ku çek hilgirtine û heta aliyên opozîsyona Sûriyê yên dixwazin vegerin jî, lixwe bigire.”

Raporên mafên mirovan diyar dikin ku Sûriye wek welatekî ewle ji bo vegerandina penaberan nayê dîtin. Di vê derbarê de jî Tora Sûrî ya Mafên Mirov tekez dike ku "rêjîm hîn tawanên li dijî mirovatiyê pêk tîne, ti niyazpakî pêşkêş nekiriye û hîn jî nêzîkî 136 hezar welatiyên Sûrî ku ji wan 8400 jin hene, di girtîgehên wê de ne.”