Di êrîşeke Îsraîlê de 4 Filistînî li Kenara Rojava hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîneyeke artêşa Îsraîlê bi piştgiriya wesayitên zirxî û çekên giran vê sibê li dijî kampa Cinînê a li Kenara Rojava dest bi operasyonekê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, di pevçûnên di navbera artêşa Îsraîlê û niştecihên kampa Cinînê de, 4 Filistînî hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir jî, 25 filistînî birîndar bûn û her wiha 15 jî hatin girtin.

Ji aliyê din ve artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, armanca operasyonê jinabirina komgeheke çekan a komên çekdar ên Filistînê ye.

Rêveberiya Filistînê jî bi tundî êrîşa Îsraîlê ya li ser Kenara Rojava şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku li hember êrîşên Îsraîlê helwestê nîşan bidin.