Şaredariya Hewlêrê: 1187 tablo bo zimanê Kurdî hatin guhertin

Şaredariya Hewlêrê ragihand, li sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê 1187 tabloyên ku bi zimanê biyanî hatine nivîsandin, bo zimanê Kurdî hatine guhertin.
Bajarê Hewlêrê
Bajarê Hewlêrê

Hewlêr (K24) – Şaredariya Hewlêrê ragihand, li sînorê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê 1187 tabloyên ku bi zimanê biyanî hatine nivîsandin, bo zimanê Kurdî hatine guhertin. Herwiha eşkere kir: “Helmeta guhertina tabloyan ji zimanên biyanî bo zimanê Kurdî didome.”

Serokatiya Şaredariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de diyar kir, piştî civîna hevbeş a ligel Parêzgarê Hewlêrê ya li ser rêkxistina bazar û rakirin û guherandina tabloyan ji zimanên biyanî bo zimanê Kurdî, nêzîkî 1187 tablo ji zimanên biyanî bo zimanê Kurdî hatin guhertin.

Şaredariya Hewlêrê eşkere kir, dikan û xwediyên kar û kompaniyan bi guhertina tabloyan bo zimanê Kurdî hatine agahdarkirin û ev helmet berdewam dibe.

Roja 21ê Sibata 2023an, ku Roja Zimanê Zikmanî ya Cîhanî ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê girîngîdana zimanê Kurdî de du ferman der kirin.

Di fermana yekem de hatiye, ji bo girîngîdana bi zimanê Kurdî wek zimanê zikmakî, "me biryar da bi raspartina herdu Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî û Wezareta Perwedehiyê bi hevahengiyeke ligel akademiya Kurdî û şareza û pisporên vî warî, bi amadekirina programeke guncaw a fêrbûna zimanê Kurdî ji bo wan welatiyên biyanî yên bi mebesta karkirinê, li Herêma Kurdistanê niştecî ne".

Di fermana duyem de Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû wezaretan raspartiye ku li gor zimanên fermî li Herêma Kurdistanê/Iraqê ya hejmara 6 a 2014an, ji bo parastina zimanê Kurdî wek zimanê sereke li Herêma Kurdistanê, karê pêwîst encam bidin ji bo nivîsîna tabloyan bi zimanê Kurdî li hemû sazî û fermangehên hikûmî û nehikûmî, nivîsingeh û nûnertî û konsulgeriya welatan, rêxistinên biyanî û kompanî û saziyên sektora taybet.

Herwiha di biryara Serokwezîr de hatiye, li hotel û cihên geştyariyê û restorantan, divê girîngî bi zimanê Kurdî were dayîn û lîsteya xwarin û rêber û rênimayan, bi zimanê Kurdî jî hebe.