Bi milyonan masî li başûrê Iraqê dimirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber hişkesaliyê û jehrîbûna avê, bi milyonan masî li parêzgeha Mîsanê a li başûrê Iraqê mirin.

Jîngehparêz dibêjin, sedema mirina van masiyan ji ber avêtina zibil û bermayiyên kargehan di nava çem de û berdana ava kanalîzasyonê ye ku dibe sedema bilind jehrîbûna avê û belavbûna nexweşiyan.

Çalakvan rexneyên tund li berpirsên Iraqê digirin ku di mijara danûstandinên bi welatên cîran re derbarê berdana bişka avê de xemsar in û ew li benda “çareseriyên asmanî” dimînin.

Masî
Masî
Masî
Masî
Masî
Masî