Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî “Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê” li Efrînê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di zincîreya çalakiyên xwe yên mirovî de, îro Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li bajarê Efrînê vekir.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro 4ê Tîrmeha 2023an bi amadebûna hejmarek mezin ji rewşenbîr û kesayetiyên civakî yên bajarê, Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li bajarê Efrînê vekir.

Li gorî zanyariyên K24ê, li vê navend di qonaxa yekem de dê çalakiyên cuda ji bo zarok û xwendekaran bên kirin, wek fêrkirina zimanan, xulên fêrkirina mûzîk û hunera xêzkirinê.

Piştî erdheja 6ê Sibata 2023an ku ziyaneke mezin gihande herêma Efrînê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roja 10ê Sibata 2023an, wek yekem dezgeh alîkariyên mirovî gihandin Efrînê û gundên wê û ji wê demê ve bi belavkirina alîkariyan berdewam e.

Her di çarçoveya kar û çalakiyên xwe de jî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî duhî pêdiviyên taybet ji bo beşa xizmetguzariyê pêşkêşî 7 encûmenên xwecihî yên navçeyên Efrînê kiribû.

Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Dosyeya Efrînê yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Rewac Hacî ji K24 re ragihand, alîkariyên wan bo Herêmê berdewam dibin.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
dezgeh
dezgeh