Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Siyade kir

Li ser geşedanên herî dawî yên nav proseya siyasî ya Iraqê danûstandina fikr û ramanan kirin.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî di pêşwazîkirina şandeke bilind a Hevpeymaniya Siyade de, li ser geşedanên herî dawî yên nav proseya siyasî ya Iraqê danûstandina fikr û ramanan kirin.

Roja Sêşemê 4ê Tîrmeha 2023an li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Hevpeymaniya Siyade ya bi serokatiya Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de li ser geşedanên herî dawî yên nav proseya siyasî ya Iraqê danûstandina fikr û ramanan hat kirin.