Li Kerkûkê Heşdî Şeibî zeviyên taxên Kurdan dagîr dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Heşda Şeibî li taxeke Kurdan a Kerkûkê dest danî ser 60 donim erd û dixwaze navendeke leşkerî lê ava bike. Hejmarek parlamenterên Iraqê jî çûne ser wî erdî û daxwaza rawestandina avakirina wê navendê kirine, lê wê hêzê karê xwe ranewestand.

Di masterplana şaredariya Kerkûkê de, ev zevî cihê çêkirina parkeke giştî ye, lê Heşda Şeibî dixwaze dest deyne ser wê zeviyê û baregeheke leşkerî ji hêzên xwe re ava bike.

Baregeha Polîtburoya YNKê li Kerkûkê ku çend sed metroyan dûrî wê zeviyê ye, endamekî serkirdatiya YNKê dibêje, Heşda Şeibî soz daye ku karên xwe li wir rawestînin.

Endamê Serkirdatiya YNKê Sîrwan Kwêxan Necim ji K24ê re got: “Ev cureyek ji proseya erebkirina herêmê ye, ji ber ku hemû rûniştvanên herêmê Kurd in.”

Got jî: “Fermandarê Operasiyonên Kerkûkê soz daye ku karê avakirina baregehê rawestîne, eger ev yek neyê kirin, emê rê û rêbazên din bigirin.”

Piştî 16ê Cotmeha 2017an Heşda Şeibî li Kerkûkê bû hêzeke serdest, berê gelek zevî li tax û deverên ereban bi dest xistibû, lê bertekên li hember vê hewldanê dê cuda bin, ji ber ku wan dest daniye ser zeviyeke xizmetguzariyê ya taxên Kurdan.