Mehmet Şerîf Aydin: Hewl didin geştên rasterast ên Hewlêr- Diyarbekirê dest pê bikin

Diyarbekir (K24) – Serokê Şaxa Diyarbekirê ya AK Partiyê Mehmet Şerîf Aydin derbarê geştên di navbera Diyarbekir Hewlêrê de diyar kir ku di demek nêz de dê gavên erênî werin avêtin.

Serokatiya Rêxistina AK Partiyê ya Diyarbekirê civîna xwe mehane ya çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Serokê Şaxa Diyarbekirê ya AK Partiyê Mehmet Şerîf Aydin diyar kir ku wan serkeftinek girîng li duv xwe hişt û ew ji xwe bawer in ku dê di hilbijartinên şaredariyan de Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir jî bidest bixin.

Mehmet Şerîf Aydin li ser pirsa K24ê ya geştên asmanî yên di navbera Diyarbekir Hewlêrê de da zanîn ku wî li gel her sê parlementerên AK Partiyê yên Diyarbekirê bi Wezîrê Veguhastinê Abdulkadîr Uraloglû re hevdîtin pêk aniye û dê demek nêz de jî dîroka dubare destpêkirina geştên asmanî yên rasterast di navbera Diyarbekir û Hewlêrê de were aşkerekirin.

Mehmet Şerîf Aydin her wiha da zanîn ku dê geştên asîmanî yên rasterast bo Stockholm û Viyanayê jî dest pê bikin.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya AK Partiyê bal kişand ku ew hewil didin pirsgirêkên vîzeyê yên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de jî çareser bikin, ji ber ku di warê geştûguzarî û di warê bazirganiyê de pedivî bi vê yekê heye û divê têkiliyên aboriyê yên navbera aliyan de jî were pêşxistin.

Di civînê de Aydin derbarê doza kuştina Tahîr Elçî de jî amaje kir ku Tahîr Elçî mirovekî hêja bû û hêvî dike ku kujerên wî werin aşkerekirin û sizadan.