Wezareta Pêşmerge û tîmeke Hevpeymanan hevtêgihiştina Wezareta Pêşmerge û Pentagonê gotûbêj kirin

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge û tîma şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan a li Herêma Kurdistanê, amadekariyên cîbicîkirina xalên hevtêgihiştina navbera Wezareta Pêşmerge û Pentagonê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, îro çarşemê 5ê Tîrmeha 2023an, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr bi amadebûna şêwirmendên wezaret û Cîgirê Serokerkan bo Îdare û Mîre, pêşwazî li Berpirsê Tîma Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan a li Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de behsa proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge kirin li jêr ronahiya xalên hevtêgihiştina navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê yê Amerîkayê, bi mebesta rêkxistin û yekxistina hemû hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de.

Herwiha herdu aliyan li ser amadekariyên ku ji bo cîbicîkirina xalên hevtêgihiştina navbera herdu aliyan hatine kirin, gotûbêj kirin û li ser vê mijarê danûstandina fikr û ramanan kirin, bi armanca ku bilez werin cîbicîkirin û ev prose bigihe encamê.