Dadgehê hemû daxwazên parêzerên Tahîr Elçî red kir

Li Diyarbekirê heftemîn danişîna doza kuştina Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî birêve çû. Dadgehê hemû daxwazên parêzer û serokên baroyan red kirin û doz bo 29ê Mijdara 2023an hat paşxistin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê heftemîn danişîna doza kuştina Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî birêve çû. Dadgehê hemû daxwazên parêzer û serokên baroyan red kirin û doz bo 29ê Mijdara 2023an hat paşxistin. Parlementerê CHPê yê Diyarbekir Sezgîn Tanrikulu got; kuştina Tahîr Elçî kuştineke siyasî ye ev yek jî bi proseyekê ve girêdayî ye.

Li 10emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Diyarbekirê heftemîn danişîna doza kuştina serokê berê yê baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî birêve çû. Gelek serok, rêveber û endamên baro û saziyên sivîl yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê beşdarî danişînê bûn. Her dîsa hejmarek parlementerên CHPê û Partiya Keskên Çep û delşegasyona Ewrûpa jî çavdêriya dozê kirin.  Turkan Elçî ya hevjîna Tahîr Elçî ye yekem car wekî parlementer beşdarî danişînê bû. Dadgehê hemû daxwazên malbat û parêzeran red kir. Piştî dadgekirinê mafnasan bertek nîşana proseya dadgehkirinê dan.

Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Elî Bayram ji K24ê re diyar kir: “Di raya giştî de navê Tahîr Elçî naveke gelek girîng bû. Tahîr Elçî miroveke berbiçav bû û wî her doza heq û hiqûqê dikir, wî doza mafên mirovan dikir. Gelek dozên k udi raya giştî de dihatin nîqaşkirin wî ew doz dişopandin. Ji ber vê yekê dixwazin ev doz bigihe encamekê. Em fêm nakin ku çima dadgeh îradeya xwe, beyana xwe rast û dirûst ji me re nabêje.”

Her sê polîsên ku wekî tometbar tên darizandin bi riya sîstema deng û dîmen ji bajarên cuda beşdarî proseya dadgehê bûn. Polîsan hemû îdîayên derbarê wan de red kirin. Parêzeran dixwestin ku Serokwezîrê wê demê Ehmed Davutoglu di dadgehê de bê guhdarîkirin, ku Dawutoglu gotibû ev kuştineke siyasî ye, lêbelê ev daxwaza parêzeran hat redkirin. Parlementerên CHPê jî beşdarî danişînê bûn û gotin ku; ev dozeke siyasî ye û Tahîr Elçî ne hedefeke ji rêzê bû, kuştineke siyasî bêyî hevkariya siyasetmedaran nayê kirin.

Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu ji K24ê re ragihand: “Tahîr Elçî ne hedefekî ji rêzê bû. Dema li ser wê proseya ku ber bi kuştina Tahîr Elçî ve diçe lêkolîn dê kirin, dê were xuyakirin ku Tahîr Elçî wekî hedefeke taybet tê destnîşankirin. Ev kuştineke siyasî ye û ne bi parastina siyasetmedaran be ev kuştin nayê kirin. Ev parastin piştî kuştinê jî berdewam dike. Îro ya tê kirin ev e. Ji ber ku siyaset jî hevparên vê kuştinê ne dadgehkirineke dadwerane pêk nayê.”

Tahîr Elçî, di 28ê Mijdara 2015an li Sûrê, li ber Minareya Çarling di dema ku li dijî şer û aloziyan daxuyanî dida hat kuştin. Heta niha jî li cihê bûyerê kefş nehatiye kirin. Daxwaza parêzeran ya kefşê di danişîna heftemîn de jî hat redkirin.

Tahîr Elçî, li Dadgeha Diyarbekirê dozên gelek bûyeran şopand û ew doz gihiştand encamekê, lê belê ev 8 sal in doza kuştina wî bi xwe negihaye ti encamekê. Dadgehê danişîna heştemîn bo 29ê Mijdara 2023an paşxist. Gelo wê demê dê biryarek ji vê dozê derkeve yan na? Ew ne diyar e.