Festîvala Kultûrî ya Lalşê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Kultûrî ya Lalşê îro 6ê Tîrmhehê li Duhokê dest pê kir. Festîval jî bi piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê lidarxistin.

Peyamnêrê K24ê li Duhokê ragihand, hejmareke berçav ji kesayetî û ciwanên navçeyên cuda yên Kurdistanê beşdarî festîvalê dibin.

Berpirsê Ragihandinê yê Navenda Lalşê Karwan Baedrî ji K24ê re got: “Armanca me ew e ku em giringiya zêdetir bidin çanda xwe ya Êzidî, ji ber ku her neteweyek bi çanda xwe tê naskirin.”

Got jî: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya lidarkeftina vê festîvalê dike û hejmareke berçav ji kesayetî û rewşenbîrên Êzîdiyan beşdarî festîvalê dibin.