Serok Barzanî ligel Balyozê Brîtanya li Iraqê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Tîrmeha 2023an pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mike Bryson Richardson kir.

Li gorî daxuyaniyeke Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de ku Konsula Brîtanya li Hewlêrê Rosy Cave jî tê de amade bû, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de û hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa navxwe ya Kurdistanê hat gotûbêjkirin û her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku ji bo parastina rewatiyê û bihêzkirina proseya demokrasiyê, pêwîst e hilbijartinên Herêma Kurdistanê bê kêş e astengî bên encamdan.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de, mijareke din a vê hevdîtinê bû û Balyozê Brîtanya tekezî li ser dostanî û hevpeymaniya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kir. Serok Barzanî jî di berdewamiya axaftinên xwe de ji bilî balkişanda li ser pêwendiyên dûr û dirêj ên di navbera gelê Kurdistanê û Berîtanyayê de, xwazyarê kûrkirina dostanî û pêwendiyên di navbera her du aliyan de bû.

Hêjayî gotinê ye ku Balyozê Brîtanya li Iraqê Mike Bryson Richardson ku dawî li erkê wî li Iraqê hatiye, xatirê xwe ji Serok Barzanî xwest û Serok Barzanî jî spasiya hewl û kedên Balyozê Brîtanya kir û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwast.