Silêman Oso: ENKS ji bo diyalogê amade ye

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso li ser banga Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir, ew ji bo diyalogê amade ne.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso

Hewlêr (K24) – Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso li ser banga Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir, ew ji bo diyalogê amade ne û îro divê danûstandinên cidî çêbibin û rêkeftin were cîbicîkirin.

Silêman Oso ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser banga Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya li ser vegera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bo ser maseya danûstandinan, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Oso destnîşan kir, diyaloga ku di navbera ENKS û PYDê de çêbû, ne tenê diyaloga ku bi serperiştiya Amerîka û HSDê bûye, beriya wê jî li Hewlêr û Duhokê sê rêkeftin bi PYDê re kirine û got, piştî ku ji aliyê Amerîkiyan û ji aliyê Fransiyan ve hewla rêkeftinê hat dayîn, ENKSê amadebûna xwe nîşan daye ku diyalog li ser astekê dest pê bikin ku herdu aliyan neçar bike bi wan lihevkirinan.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê diyar kir,  ew ji bo diyalogê amade ne û îro divê danûstandinên cidî çêbibin û ne danûstanên xapandinê bin, da ku rêkeftin pêk were û ew rêkeftin were cîbicîkirin.

Îro 6ê Tîrmeha 2023an, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî banga piştgirîkirina li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê kir û hêvî xwast ku aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê vegerin ser maseya danûstandinan.

Mazlûm Ebdî li bajarê Hesekê di çarçoveya beşdariya di korbendekê derbarê Peymana Lozanê de diyar kir, “Siyaseta înkarê yên bi Peymana Lozanê re dest pê kirin, ti encamên xwe pêk neanîn û têk çûn. Îro li Rojhilata Navîn derfet di destê Kurdan de heye ku rastiya doza xwe û hebûna xwe di nexşeya Rojhilata Navîn de îsbat bikin."

Mazlûm Ebdî got jî: “Li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên Kurdan hene û divê ew bên parastin û piştgirîkirin.

Her wiha Mazlûm Ebdî, bang li hêzên siyasî û leşkerî yên Kurdistanê kir ku berxwedan û têkoşînê bidomînin, hêz û gotara xwe bikin yek, bêyî şertên pêşîn bikevin nava tevgerê û qonaxê bi awayekî zelal binirxînin, da ku derfetan ji dest nedin.

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de Mezlûm Ebdî tekez kir ku ew di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de bêyî şert û merc ji bo her cure diyalog û yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê amade ne.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) ji Mijdara 2019'an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û HSDê dest bi danûstendinên yekrêziya kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya rojavayê Kurdistanê de kiribûn, lê ev danûstandin piştî nêzîkî salekê û bêyî gihîştina ti peymanekê rawestiyane.