DIAKURDê derbarê Peymana Lozanê de serî li dadgehê da

Konfederasyona Kurdên Diasporayê (DIAKURD) ragihand ku di 100emîn salvegera Peymana Lozanê de, ji bo cîbicîkirina mafê çarenûsê ya gelê Kurd ê hatiye binpêkirin, serî li rêyên qanûnî yên navneteweyî daye.
Konfederasyona Kurdên Diasporayê (DIAKURD)
Konfederasyona Kurdên Diasporayê (DIAKURD)

Navenda Nûçeyan (K24) - Konfederasyona Kurdên Diasporayê (DIAKURD) ragihand ku di 100emîn salvegera Peymana Lozanê de, ji bo cîbicîkirina mafê çarenûsê ya gelê Kurd ê hatiye binpêkirin, serî li rêyên qanûnî yên navneteweyî daye. DIAKURDê diyar kir serlêdana piştî ku ji Serokomariya Tirkiyê bersiv nehatiye wan, serî li dadgeha navneteweyî daye.

Di 100. salvegera Peymana Lozanê de DIAKURDê di 2ê Gulana 2023an de bi rêya parêzerên xwe “ji bo cîbicîkirina mafê çarenûsiya gelê Kurd ê hatiye binpêkirin” serî li Kabîneya Serokomariyê ya Tirkiyê da û pêvajoyeke hiqûqî da destpêkirin.

Hatibû ragihandin ku eger di pêvajoya hiqûqî ya diyarkirî de bersiveke erênî neyê dayîn dê serî li rêyên hiqûqî yên navneteweyî bên dayîn.

DIAKURDê ragihandiye: “Divê baş were zanîn ku Peymana Lozanê 100 sal in ji bilî êş, înkar û mirinê ti tişt nedaye gelê Kurd. Ev rewş ne tenê ji aliyê rêkxistina me Diakurd lê belê ji aliyê tevahiya gelê Kurd ve nayê qebûlkirin. Gelê Kurd peymana Lozanê red dike û dixwaze mafê çarenûsê bi kar bîne. Loma ev doz dozeke dîrokî ye. Ne tenê Diakurd lê hemû gelê Kurd dozgerê vê dozê ne."

Herwiha hat destnîşankirin: "Helbet wekî Diakurd em ne li bendê ne ku dadweriya Tirkiyê di berjewendiya me de biryarê bide. Lê em ji raya giştî ya navneteweyî hêvî dikin ku ji bilî tomarkirina vê neheqî û bêhiqûqiyê, piştgirî bidin daxwazên mafdar ên gelê Kurd. Piştî qonaxa şêwra Dadgeha Bilind ya dewletê em ê ji qonaxa Dadgeha Destûrî jî parastina mafên rewa yên gelê Kurd bikin. Em ji berê de radigihînin ku piştî ku rêyên darazê yên navxweyî li Tirkiyeyê bi dawî bibin, em ê doza xwe bigihînin Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî."

DIAKURDê di daxuyaniya xwe de bang li hemû partiyên siyasî, rêkxistinên sivîl û welatparêzên serbixwe kir ku piştgiriyê bidin vê dozê.

Biryar e îro înê 7ê Tîrmeha 2023an, parêzerên DIAKURDê Hişyar Ozalp û Ridvan Dalmiş derbarê doza li hember Peymana Lozanê hatî vekirin de li Cemiyeta Rojnamevanan civîna çapemeniyê li dar bixin.