Welatiyên Tirkiyê ji ber enflasyonê nîgeran in

Rêjeya enflasyonê ya meha Hezîranê ji aliyê Saziya Amarên Tirkiyê ve hate ragihandin. Enflasyona meha Hezîranê wekî ji sedî 38.21 û ya salene jî ji sedî 59.95 hatiye diyar kirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Rêjeya enflasyonê ya meha Hezîranê ji aliyê Saziya Amarên Tirkiyê ve hate ragihandin. Enflasyona meha Hezîranê wekî ji sedî 38.21 û ya salene jî ji sedî 59.95 hatiye diyar kirin. Welatî neçar mane li dijî bihayên zêde yên kel û pelan û reakasiyonê nişan didin.

Ji aliyê Saziya Amarên Tirkiyê TUIKê ve Rêjeya enflasyonê ya meha Hezîranê hate ragihandin. Li gorî rêjeya salane, enflasyona li Tirkiyê çûye ser ji sedî 59.95an. Piştî enflason hate ragihandin jî ji bo her tiştî pêla zammeke nû dest pê kir. Welatî jî li beramberî enflasyona bilind ya ku hatiye ragihandin û zemmên ku li ser hev têne kirin yanî zêdebûna bihayan neçar in û deste girtî ne.

Welatiyê bi navê Murat Zorluer ji K24ê re diyar kir: "Ez rewşê qet baş nabînin. Bihayê hertiştî zêde dibe. Dolar bilind dibe. Hikûmetê beriya hilbijartinê gotibû ew dê enflasyonê kêm bikin û daxin yek reqemî. Lê ka hîç tiştekî wisa nebû. Bankaya Navendî di derbekê de 650 baz faîz zêde kir. Ev jî tê wê wateyê ku em di rewşeke gelek xirab de ne."

Welatiyê bi navê Ayku Aytekîn jî diyar dike: "Welatî li ber rehma xwedê ne û neçar in ku di binê enflasyonê de pişta wan bê xwarê. Me qaşo hilbijartin li dar xist lê encam li holê ye."

Tenê di meha Hezîranê de enflasyona salane ji sedî 38.21 zêde bûye ya mehane jî çûye ser ji sedî 3.92an.

Welatî Cem Uzun ragihand: "Jiyana mirovan li gorî asta enflasyonê ya îro gelekî li jêr e. Bi mûçeyê malnişîniyê derbara me zor e êdî. Ez heqê xwe helal nakim yên ku em xistine vî halî." 

Halîme Uzun jî dibêje: "Ew zama ku dane ser mûçeyên me hê beriya em wî mûçeyî bixin berîka xwe heliya çû nema. Li vî welatî em ê çawa bijîn û çawa debara xwe bikin nizanin gelek zor xuya dike."

Di bihayê hilberînê ya naxwe de jî li gorî Saziya Amarên Tirkiyê mehane ji sedî 6.50 di asta salane de jî enfaslyona hilberînê ji sedî 40.42 bilind bûye. Li gorî aborînasan egera wê yekê heye piştî 2 mehan enflasyona li Tirkiyê derkeve ser ji sedî 130an.

Piştî ku amarên enflasyonê hatin ragihandin li Tirkiyê ji 14 û herwiha heta ji sedî 22an bihayê her tiştî zêde bû. Lê belê rekorta herî mezin ya di meha Hezîranê de li ser xwarin û vexwarinê bû. Di meha Hezîranê de ji sedî 60,7 li ser xwarinê zemek pêk hat. Tenê xwarina karmendekî nîvro û êvarî ku bi 8 dolaran dixwar niha niştaka ve derkete ser 10 dolaran.