Dadgeha Destûrê: Mafê xwendekarê Kurd ê beşdarî Newrozê bûye hatiye binpêkirin

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê derbarê xwendekarê Kurd de ku ji ber beşdarî Newrozê bûbû ji mala xwendekaran a zanîngehê hatibû derxistin, biryar da ku mafê wî hatiye binpêkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê derbarê xwendekarê Kurd de ku ji ber beşdarî Newrozê bûbû ji mala xwendekaran a zanîngehê hatibû derxistin, biryar da ku mafê wî hatiye binpêkirin.

Xwendekarê Kurd Bedran Ali Ertugrul, dema li Zanîngeha Osmangazi ya Eskişehirê dixwend, beşdarî çalakiya Newrozê ya li Zanîngeha Anadoluyê ya Eskişehirê bû. Rêveberiya Zanîngeha Osmangazi ya Eskişehirê derbarê Bedran Ali Ertugrul de lêkolîn da destpêkirin û wî ji mala xwendekaran a zanîngehê derxist.

Bedran Ali Ertugrul bi hinceta mafê wî hatiye binpêkirin, serî li Dadgeha Destûrê da ku biryara zanîngehê ya derxistina ji mala xwendekaran bê betalkirin.

Dadgeha Destûrê derbarê serlêdana Ertugrul de biryar da ku, ji ber bi hinceta beşdariya Newrozê ji mala xwendekaran a zanîngehê hatiye avêtin li gor Xala 34emîn a Destûrê mafê wî yê civîn, xwepêşandan û meşê hatiye binpêkirin.

Dadgehê herwiha ragihand, ji ber encamên binpêkirinê ji holê bêne rakirin divê li 10emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê doz ji nû ve were dîtin û 18 hezar lîre qerebûya menewî û 10 hezar û 194 lîre xerciyên dadgehê bo Bedran Ali Ertugrul bê dayîn.