Hatina geştyaran bo Diyarbekirê kêm bûye

Geştyarkar û rêveberên hotelan radigihînin ku serdanên rojane yên geştiyarî heta astekî baş be jî, geştiyarên ku şev û demên xwe li Diyarbekirê derbas dikin gelek kêm bûne.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ji ber ku pişesazî û cureyên karkirinê zêde nînin, ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê, geştiyarî çavkaniyeke girîng û serekî tê dîtin. Lê her devereke Bakur bi taybetiyên xwe yên cuda balê bikşîne jî, astengî û kêmasiyên ku hene, dibin sedem ku kerta geştiyarî di asteke baş de nemîne.

Geştyarkar û rêveberên hotelan radigihînin ku serdanên rojane yên geştiyarî heta astekî baş be jî, geştiyarên ku şev û demên xwe li Diyarbekirê derbas dikin gelek kêm bûne.

Pisporê geştiyarî û rêveberê saziyên geştiyarî, balê  dikşînin ku ji ber geşt û ger bi peydakirina daxwazê ve girêdayî ye, hem divê bi danasîn û projeyan taybetî û xweşiyên ciyên geştiyarî bên birêxistin, hem jî kêmasî û pirsgirêkên ku hez û daxwaza geştiyaran kêm dikin ji holê bên rakirin.

Rêveberê Kompaniya Geştyariyê Menav Ay ji K24ê re diyar kir: “Dema ku me li zaningehê dixwend, dihat gotin ku geştiyarî ji hewayê jî bandor distîne. Em bibêjin îro gotareke siyasî dikare gelek tesir li ser geştiyarî bike. Îcar ji ber ku tiştekî wiha hesas e; divê hem dewlet, hem rêveberên bajêr, hem gel û hem jî hemû aliyên ku bi vê kertê ve girêdayî ne ji bo bipêşxistina geştiyarî zêdetir kar û xebatan bikin. Dema ku xebateke xurt neyê kirin geştiyarî jî betaliyê qebûl nake.”

Rêveberên Hotel û ciyên mayînê yên li Diyarbekirê jî, radigihînin ku di cejnê de hotel vala mane û balê dikşînin ku Diyarbekir ji rêbera geştiyariya Tirkiyê hatiye derxistin, geştên balafiran li gor potansiyela bajêr gelek kêm in û dîsa astengiyên veguhastina navbera Herema Kurdistanê û Tirkiyê sedemên serekî ne ku kerta geştiyarî paş ketiye.

Rêveberê Hotelê Ferman Zaman ji K24ê re diyar kir: “Îsal tengasiyên me gelek in hotelên me hemû vala ne. Lê em ji aliyê xizmetdayîna geştiyarî de jî amade ne. Herema Kurdistanê ji bo me gelek girîng e. Ne tenê ji bo Amedê, ji bo Tirkiyê bi giştî jî ciyekî girîng e. Lê li deriyê Îbrahîm xelîl bi seatan didine sekinandin. Bes em dixwazin ew pirsgirêk bên rakirin û hatin û çûyîn bê hasnkirin.”

Li gel ku di salên dawî de geştiyarî li Diyarbekirê  ber bipêşketinê ve diçû jî, di 2 mehên dawî de paşketinekî peyda bûye û bi taybet rewşeke wiha di serdema pandemiyê de pêk hatibû. Geştiyarkar daxwaz dikin ku pirsgirêkên ku dibe sedema kêmbûyîna geştiyarî li Diyarbekirê ji holê bên rakirin da ku ew jî bikarin vî karî berdewam bikin.