Ji bo nasandina jenosîda Kurdên Êzidî pêşniyarek pêşkêşî Parlamentoya Swîsreyê tê kirin

Pêşniyareke ku îmzeya 80 hezar kesan li ser e, bi mebesta nasandina jenosîda Kurdên Êzidî pêşkêşî Parlamentoya Swîsreyê tê kirin. Niha hewla wê yekê tê dayîn ku piştevaniya hejmarek fraksiyonên Swîsreyê ji bo vê pêşniyazê bi dest bixin, da ku bibe projeyasa.

Hewlêr (K24) – Pêşniyareke ku îmzeya 80 hezar kesan li ser e, bi mebesta nasandina jenosîda Kurdên Êzidî pêşkêşî Parlamentoya Swîsreyê tê kirin. Niha hewla wê yekê tê dayîn ku piştevaniya hejmarek fraksiyonên Swîsreyê ji bo vê pêşniyazê bi dest bixin, da ku bibe projeyasa.

Îro Şemiyê 8ê Tîrmeha 2023an, Serokê Dezgeha Navdewletî ya Êzidiyan bo Nehiştina Jenosîdan Heso Hurmî ji Kurdistan24ê re ragihand, hejmarek dost û çalakvanên Êzidî li Swîsreyê bi rêya helmeteke online karîne 80 hezar îmze berhev bikin û bişînin Parlamentoya Swîsreyê, da ku tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî wek jenosîd werin nasîn.

Heso Hurmî diyar kir, her çiqas 80 hezar îmze pêşkêşî Parlamentoya Swîsreyê hatin pêşkêşkirin, lê ji bo ku pêşniyaz bibe projeyasa, divê hejmarek fraksiyonên parlamentoyê piştevaniya wê bikin.

Serokê Dezgeha Navdewletî ya Êzidiyan bo Nehiştina Jenosîdan eşkere kir ku ew niha hewl didin piştevaniya fraksiyonên Parlamentoya Swîsreyê bi dest bixin û dibêje, eger ev komkujî wek jenosîd were nasîn, di siberojê de dê rêgirî li dubarebûna tawanên bi vî rengî bike.

Ev di demekê de ye ku roja 19ê Çileya 2023an, Parlamentoya Almanyayê bi piraniya dengan komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir. Bi vê yekê, bû çarem parlamentoya Ewropayê ku komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas dikin. Sala 2016an Parlamentoya Fransayê, piştre Holanda û Belçîka tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî wek jenosîd qebûl kirin.

Dema êrîşa ser Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, bi awayê herî tund û dirandane, Kurdên Êzidî ketin ber pêla jenosîdkirinê û 6417 Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin, ku heta niha bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîne 3562 kes werin rizgarkirin û ewên din heta niha jî winda ne.

Herwiha beşek ji wan di gorên komî de hatine komkujî û jenosîdkirin, ku heta niha 83 gorên bi kom hatine dîtin û ligel wê jî, DAIŞê 68 goristan û perestgehên Kurdên Êzidî ji nav birine û wêran kirine.

Di komkujiya Şingalê de 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav mane, ligel wê jî nêzîkî 400 hezar Kurdên Êzidî aware bûne û heta niha jî piraniya wan venegeriyane cih û warê xwe û di çadirên kampan de jiyaneke dijwar dijîn.