Li Minbicê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama teqîna otomobîlekê li navenda bajarê Minbicê de, 3 şervên Encûmena Leşkerî ya Mincibê canê xwe jidest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro li nêzî çarxerêya El-Sebih Behrat a Minbicê otomobîlke teqiya, di encamê de 3 endamên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku di nav de fermandarek jî hebû, canên xwe jidest dan, 2 kesên din jî birîndar bûn.

Rewangehê got jî, heta niha zanîn ka ew teqîn ji encama mînekê bûye yan jî ji aliyê droneke Tirkiyê ve hatiye kirin.