ENKSê: Avakirina saziyeke navdewletî ji aşkerekirina çarenivîsa windayîyan gaveke giring e

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê biryara Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî ya avakirina saziyek ji bo eşkerekirina çarenivîsa girtiyan û windayîyan çi yên di destê rêjîma Sûriyê de û çi yên ji aliyên din ên şer de belav kir.

ENKSê îro 9ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî roja 29ê Hezîrana 2023an, saziyek bi armanca eşkerekirina çarenivîs û cihê hemû kesên bi darê zorê li Sûriyê hatine windakirin damezirand, ji bo pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst ji qurbanî û rizgarbûyan re.

ENKSê got, damezrandina vê saziyê, hêviyek dide malbatên windayîyan, çi yên di destê rêjîma Sûriyê de û çi yên ji aliyên din ên şer de li herêmên cuda yên Sûriyê hatine girtin û revandin.

ENKSê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku gelek girtiyên Kurd hene, heta niha çarenivîsa wan ne diyar e û ew ji aliyê rêjîmê û desthilatên defakto li herêmên kurdî hatine revandin.

Her wiha ENKSê spasiya hemû welatên ku li kêleka Sûriyan rawestiyane kir û ev biryarên civaka navdewletî weke gavên erênî di rêya rast de ji bo sivikkirina êşên Sûriyan û peydakirina jîngeheke guncaw ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li gor biryarên navdewletî binav kir.