Kabîneya Nehem, aşkerebûn û zelalî di bersiva parlamentoyê de

Kabîneya Nehem, aşkerebûn û zelalî di bersiva parlamentoyê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Serokwezîr heta wezîr û berpirsên pêwendîdar, di çûna parlamentoyê û bersiva pirsên parlamenteran de, rekor şikandiye.

Di Kabîneya Nehê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, wezîr û berpirsên pilebilind 96 caran çûne parlamentoyê û 275 caran jî çûne pêşberî komîteyên parlamentoyê û bersiva pirsên komîteyên cuda yên Parlamentoya Kurdistanê dane.

Di çar salên borî de, parlamenteran 4 hezar û 313 pirs ji hikûmet û wezaretên cuda kirine û wan jî bersiva 3 hezar û 862 pirsan dane.

Roja 5ê Cotmeha 2020an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel tîmeke hikûmetê çû Parlamentoya Kurdistanê û zêdetirî 10 demjimêran li Parlamentoya Kurdistanê ma û bersiva zêdetirî 450 pirsên 98 parlamenteran da.

Ev çûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo parlementoyê, wek guftûgoya herî dirêj a di navbera hikûmet û parlementoyê de tê dîtin ku heta niha bi vê şêweyê nebûye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li parlamentoyê raportek berfireh li ser kar û projeyên kabîneya xwe pêşkêş kir. Tiştê ku herî zêde li ser hatiye axaftin, babeta çaksazî, têkoşîna li dijî gendeliyê, nehîştina rûtînê li sazî û dezgehên hikûmetê û dîjîtalkirina xizmetguzariyan û karûbarên hikûmetê bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku babeta çaksaziyê gavên baş avêtine, her çend e çaksazî ti carî bi dawî nabe û proseyeke berdewam e, lê pirsa rûbirûbûna gendelî û nehiştina rûtîn pêşketinên baş bidest xistiye. Di warê dîjîtalîzasyonê de jî heta sala 2025’an hikûmet dê bibe hikûmeteke eliktironî.

Piştî pêşkêşkirina raporê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî yek bi yek li pirsên parlementeran guhdarî kir û pir bi aşkere bersiva wan da.

Ya girîng ew bû ku piştî gotûbêjkirina bersivan, Parlamentoya Kurdistanê deqa bersivên Serokwezîr û tîma wezîran a li parlamentoyê pesend kir.