Serokê Desteya Veberhênanê: Niha 8 rêveberiyên me yên giştî hene û dikarin veberhênanê bikin

Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî
Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, beriya destpêkirina Kabîneya Nehem, tenê sê rêveberiyên giştî ji bo encamdana vehênanê li bajarên Herêma Kurdistanê hebûn, lê niha 8 rêveberiyên giştî hene.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ji K24ê re ragihand, di dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de destûr ji 280 projeyan re hatiye dayîn. Ji sala 2006an vir ve, 1333 molet ji bo projeyan hatine dayîn.

Serokê Desteya Veberhênanê amaje bi wê yekê jî kir, zêdetir ji hezar projeyên din hatine pesendkirin û di qonaxa karkirinê de ne û roj bi roj hejmara projeyên ku moletên fermî werdigirin zêde dibe. Got jî, Kabîneya nehem bi berdewamî kar li ser baştirkirina kalîteya kar û planan dike.

Mihemed Şukrî da zanîn, di dema Kabîneya Nehan de karîn şiyanên karmendan bipêş bixin û got, beriya Kabîneya Nehem tenê 3 rêveberiyên giştî yên veberhênanê li bajarên Herêma Kurdistanê hebûn. Lêbelê, niha 8 rêveberiyên giştî hene ku desthilatdariya wan a tam heye ku veberhênanan bikin.

Li gor Mihemed Şukrî, di heyama Kabîneya Nehem de, bi zêdetirî 13 milyar û 500 milyon dolar li bajar û bajarokên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine veberhênan, piraniya projeyan temam bûne û zêdetir ji hezar û 300 projeyên din jî berdewam in ku dê bi milyaran dolar bên encamdan.

Li gorî amarên Desteya Veberhênanê li Herêma Kurdistanê, hikûmetê 276 proje di sektorên bazirganî, bankî, tenduristî, pîşesazî, xizmetguzarî, geştyarî, perwerde, çandinî, xanî, huner û werzişê de bi 13 milyar û 496 milyon û 118 hezar û 948 dolar cîbicî kirine.

Li parêzgeha Hewlêrê, Kabîneya Nehem 122 projeyên weberhênanê bi sermayeya 10.1 milyar dolar, li ser rûbera zêdetirî 6 hezar donim cîbicî kirine.

Li parêzgeha Silêmaniyê jî, li ser rûbera zêdetirî 3 hezar donim, 72 projeyên sermayesaziyê bi sermayeya 2.2 milyar dolar hatine cîbicîkirin.

Her wiha li parêzgeha Dihokê jî Kabîneya Nehem di çar salên borî de, 51 projeyên weberhênanê li ser rûbera 2 hezar û 759 donim bi sermaya nêzîkî 600 milyon dolar cîbicî kirine.

Her wiha li parêzgeha Helebce jî du projeyên sermayesaziyê li ser rûberek 32.5 donim bi sermayeya 28.3 milyon dolar û 12 proje jî li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê li ser rûbera 1146 donim bi sermayeya 393 milyon û 621 hezar dolar hatin cîbicîkirin.

Di derbarê Îdareya Serbixwe ya Raperînê de jî, Kabîneya Nehem 5 projeyên veberhênanê li ser 21,1 donim, ku sermaya wê 12 milyon 478 hezar dolar e pêk anî.

Her wiha 3 proje di Îdareya Serbixwe ya Soranê li ser rûbera 34 donim bi sermaya 15 milyon û 257 hezar dolar cîbicî kirin.

Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî, 9 projeyên sermayerazandinê li ser rûbera 394 donim, ku sermaya wê 44 milyon 580 hezar dolar tê texmînkirin, hatine cîbicîkirin.

Li gor amarên Desteya Veberhênanê, sermayedarên biyanî li Herêma Kurdistanê 3 proje bi sermaya 4 milyar û 962 milyon û 407 hezar û 800 dolaran cîbicî kirine. Ji bilî 3 projeyên hevbeş di navbera sermayedarên navxweyî û biyanî de, ku sermayeya wan 37 milyon û 384 hezar dolar e.

Li gor amarên Desteya Veberhênanê, hejmara projeyên veberhênanê yên ku ji aliyê sermayedarên navxwe ve hatine cîbicîkirin, gihîştiye 270 projeyan, ku sermaya wan 8 milyar û 496 milyon û 327 hezar dolar e.