Zana Mela Xalid: Pêwendiya navbera Parlamento û Kabîneya Nehem bihêz bû

Hewlêr (K24) – Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid li ser pêwendiyên navbera Xula Pêncem a Parlamentoyê û Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, pêwendiyên hikûmet û parlamentoyê di vê xulê de, pêwendiyeke bihêz û tendirust bû.

Zana Mela Xalid ji Kurdistan24ê re ragihand, tevî dirustbûna kêşe û astengiyan bo Kabîneha Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev kabîne di nava çar salên borî de bi awayekî serkeftî karê xwe kir.

Xalid destnîşan kir, yek ji karên herî sereke yên Parlamentoya Kurdistanê, çavdêrîkirina saziyên hikûmetê bû, pêwendiyeke bihêz û tendirust ligel Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê xula parlamentoyê de hebû.

Herwiha diyar kir ku gelek wezîrên Kabîneya Nehem di nav hola parlamentoyê û civînên lijneyên taybet de amade bûn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî li ser daxwaza xwe li Parlamentoya Kurdistanê amade bû ji bo guhdarîkirina 97 parlamenter û nûnerên xelkê Kurdistanê û bersivdana pirsên wan û piştre bi yekdengî bersivên Serokwezîr ji aliyê parlamentoyê ve hat pesendkirin.

Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 96 car rayedarên bilind ên hikûmetê û wezîrên wê, çûn parlamentoyê û 275 car jî çûn ber lijneyên parlamentoyê û bersiva pirsên lijneyên cuda cuda yên Parlamentoya Kurdistanê dan.

Roja 5ê Cotmeha 2020an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel tîmeke hikûmetê çû Parlamentoya Kurdistanê û zêdetirî 10 demjimêr li Parlamentoya Kurdistanê man, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva zêdetirî 450 pirsyarên 98 parlamenteran dan.