Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li xwendekarên yekem, duyem û sêyem ên derçûyên lîseyê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li xwendekarên yekem, duyem û sêyem ên derçûyên pola 12an û malbatên wan kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li xwendekarên yekem, duyem û sêyem ên derçûyên pola 12an û malbatên wan kir.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li xwendekarên yekem, duyem û sêyem ên pola 12an û malbatên wan kir û bi germî pîrozbahî li derçûyan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê bi giştî şanaziyê bi wan dike û dilniya kiriye ku skûlerşîb ji bo hemû derçûyên îsal ên yekem, duyem û sêyem ên amadehiyê li ser asta Herêma Kurdistanê dabîn dike, da ku li zanîngehên navxwe û derve perwerdehiya xwe bidomînin, ji bo vê mebestê jî Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê raspart ji bo karên pêwîst.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî spasî û pîrozbahî li malbatên derçûyan û mamosteyên wan û Wezîrê Perwerdehiyê û stafa wezaretê kir û wek beşeke vê serkeftinê wesf kir.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku derçûyên amadehiyê di vê asta bilind de serkirdeyên siberoja welat in û dikarin xizmeta gel û welatê xwe bikin.

2
3
5
6
56
687
576
576
56
87
687
576