Rûsya dirêjkirina derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bo 12 mehan red dike

Alîkariyên navdewletî
Alîkariyên navdewletî

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderên dîplomatîk ragihandin ku Rûsya endamên Encûmena Asayişa Navdewletî agahdar kiriye ku mekanîzmaya derbasbûna alîkariyên sînorî bo 12 mehan red dike, piştî ku duhî ji ber ku lihevkirinek pêk nehat, dengdana li ser du projebiryaran ji bo dirêjkirinê hatibû paşxistin.

Mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî bo bakurê rojavayê Sûriyê duhî 10ê Tîrmeha 2023an bidawî bû, duhî jî ji ber ku lihevkirinek pêk nehat, dengdana li ser du projebiryaran ji bo dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyan hatibû paşxistin.

Li gorî zanyariyan, pirsgirêk di hebûna du projebiryarên cuda yên li ser heman mijarê de ye, ya yekem Swîsrî-Brazîlî û ya duyem jî Rûsî ye.

Pêşniyara Swîsre-Brazîlî dirêjkirina derbasbûna alîkariyan li ser sînor bo Sûriyê ji deriyên “Bab El-Hawa, El-Raî û Bab El-Selame” re ji bo salekê ye. Pêşniyara Rûsyayê jî tenê ji deriyê “Bab el-Hawa” tenê ji bo şeş ​​mehan e.

Li gorî jêderên dîplomatîk, Rûsiya daxwaza zêdekirina alîkariyan ji bo herêmên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de dike.

Biryar e îro berî despêkirina dengdana li ser projebiryaran, gera dawî ya danûstandinan bi Rûsyayê re were lidarxistin.

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de, di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatin kêmkirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibin.