Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Cîgirê Fermandarê Desteya Şêwirmendên Hevpeymanan civiyan

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr li Dîwana Wezaretê pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Desteya Şêwirmendên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Peters û şanda pê re kir.

Hewlêr (K24) – Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr li Dîwana Wezaretê pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Desteya Şêwirmendên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Peters û şanda pê re kir.

Îro 11ê Tîrmeha 2023an, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr li Dîwana Wezaretê pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Desteya Şêwirmendên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Peters û şanda pê re kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşvebirina zêdekirina hevahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, herwiha berdewamkirina proseya çaksaziyê û baştirkirina fermandarî û kontrolkirina rêzên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hatine axaftin, herdu alî ronahî xistine ser pêwendiyên navbera hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo encamdana gihandina bername û plana hevbeş ji bo jinavbirina hizra tundrew a DAIŞ û grûpên terorîst ên li Iraqê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, General Peters kêfxweşiya xwe nîşan daye ji ber hewl û pêngavên Wezareta Pêşmerge di proseya çaksaziya hêzan de û herwiha gotiye: “Hevpeymaniya Navdewletî geşbîn in bi encamdana projeyasaya çaksaziya Wezareta Pêşmerge.”

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de ragiand, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge ligel Cîgirê Fermandarê Desteya Şêwirmendên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, serdana baregeha operasyona hevbeş a wezaretê kirine, ji nêzîk ve ligel efseran li ser çawaniya birêvebirina kar û erkên vê beşa girîng gotûbêj kirine, çendîn têbînî û nêrîn li ser birêvebirina karûbarên vê baregehê jî pêşkêş kirine.