Xebatkarên tendirustiyê bo dema rojekê dest ji kar berdan

Sendîkaya Bijîşkan ragihand ku ji bo protestokirina zamên dawîn ên li mûçeyan hatine kirin ku gelek kêm in wan biryar dane 1 roj dest ji kar berdin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Sendîkaya Bijîşkan ragihand ku ji bo protestokirina zamên dawîn ên li mûçeyan hatine kirin ku gelek kêm in wan biryar dane 1 roj dest ji kar berdin. Bijîşk dibêjin eger daxwazên wan neyên cîbicîkirin dê çalakiyên destjikarberdanê zêdetir bikin.

Karvedanên piştî zam û bacên nû berdewam in ku saziyên sivîl ên nûnertiya xebatkaran dikin yên ji rewşa derketî holê nerazî ne bi çalakiyan bertekan nîşan didin.

Sendîkaya Bijîşkan HekîmSenê jî bi daxuyaniyekê li ber Nexweşxaneya Perwede û Lêkolînê Ya Gazî Yaşargîl a Diyarbekir ragihand ji ber ku mûçeyê wan têra debara wan nake wan biryar dane  çalakiya destjikarberdanê ya 1 rojî li dar bixin. Bijîşk dibêjin mûçeyên bijîşkan nîşaneya nirxê ku bi bijîşkan tê dayîn e. 

Serokê HekîmSenê yê Diyarbekirê Haçim Hîzol diyar kir: “Hem mûçeyê me kêm e û hem jî dema em zêde dişixulin an jî dimînin nobedê mûçeyê ku mafê me ye bo me nayê dayîn. Her ku diçe hêza me ya danûstanê dadikeve. Mûçeyê me têra debara me nake.  Ji aliyê rêjeyî ve zama herî kêm bo mûçeyê me hat kirin. Rewş her ku diçe xiraptir dibe ku em bang dikin çareseriyek were dîtin.”

Xebatkarên qada tendirustiyê dibêjin keda ku ew didin û mûçeyê ku ew distînin qet ji hev nagire û li gel vê yekê karê wan ji ber guvaş û tundiya ser tendisrustkaran zehmettir dibe ku gelek tendirustkar ji ber debar, ewlekarî dest ji kar berdidin.

Serokê Sendîkaya Tendirustiya Anatolyayê yê Şaxa Diyarbekirê Mehmet Îhsan Acun ji K24ê re diyar kir: “Em êdî nikarin debara malbata xwe bikin. Li kar jî aramiya me nemaye û ji ber vê yekê jî gelek bijîşk çûn derveyî welêt. Em mafê xwe dixwazin. Li gorî keda ku em didin em mûçeyeke gelek zêdetir heq dikin ku bistînin.”

21 saziyên sivîl dê derbarê zamên dawîn de civînek li dar bixin û biryarek nû ragihînin ku dibe çalakiya destjikarberdanê berfirehtir û dirêjtir bibe.