Îran û Iraq peymaneke nû ya petrol û gazê îmze bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Her du hikûmetên Iraq û Îran li ser pevguhertina gaza Îranê li hember petrola xav a Iraqê lihev kirine.

Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmetên Iraq û Îranê rêkeftinek îmze kirine ji bo pevguhertina gaza Îranê bi petrola xav a reş a Iraqê.

Rêkeftin ji aliyê Iraqê ve ji aliyê Rêveberê Nivîsgeha Serokwezîriyê Îhsan Yasîn Ewadî ve û ji aliyê Îranê ve jî ji aliyê Balyozê Îranê li Bexdayê Mihemed Kazim Sadiq ve hatiye îmzekirin.

Hat ragihandin, rêkeftin piştî çend rojan ji danûstandinên di navbera şand û komîteyên hunerî û teknîkî yên her du aliyan de hatiye îmzekirin.

Ofîsa ragihandinê ya serokwezîr di daxuyaniyê de ragihand, ev rêkeftin di çarçoveya hewlên hikûmeta Iraqê de tê, ji bo çareserkirina kirîza dabînkirina gazê ji bo santralên elektrîkê li welat e.

Da zanîn jî, ev rêkeftin ji bo dûrketina ji pirsgirêkên darayî û astengiyên sizayên Amerîkayê yên ku rê li ber berdewamiya dabînkirina gazê, karkirina santralan û îstiqrara hilberîna elektrîkê digire ye.