Erdogan: Em alîgirê vekirina xetên petrola Herêma Kurdistanê ne

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew alîgirê vekirina xetên petrola Herêma Kurdistanê ne, da ku hinardeyî derve were kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew alîgirê vekirina xetên petrola Herêma Kurdistanê ne, da ku hinardeyî derve were kirin.

Recep Tayyip Erdogan di Lûtkeya NATOyê de di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Em alîgirê vekirina xetên petrola Herêma Kurdistanê ne, eger kêşeya navbera Bexda û Hewlêrê were çareserkirin.”

Erdogan li ser kêşeya kirîna petrola Iraqê ji aliyê welatê wî ve, diyar kir; ev mijar encama kêşeya navbera Bexda û Hewlêrê derketiye holê û ragihand: “Her dema ku ev mijar were çareserkirin, em alîgirê wê yekê ne ku xetên petrola Herêma Kurdistanê werin vekirin.”

Beriya niha Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê ji Kurdistan24ê re ragihandibû, Amerîka di asta bilind de pêşwazî li rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dike û ew dixwazin demildest hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.

Herwiha Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel jî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihandibû, Amerîka piştevaniya destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê dike.