Tirkiye hejmareke din ji penaberên Sûrî dersînor dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Tirkiyê şeva borî 47 penaberên Sûrî di deriyê Serê Kaniyê re vegerandin bakurê Sûriyê.

Rewanegha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Desthilatdarên Tirkiyê bi hinceta ku kîmlika wan tune ye, 47 penaberên Sûrî ku di nava wan de jin û zarok hebûn, di deriyê Serê Kaniyê re vegerandin bakurê Sûriyê.

Rewangeh dibêje, “Tirkiye bi dersînorkirina bi darê zorê ya penaberên Sûriyê, armanc dike ku wan li komelgehên niştecihbûnê yên ku li herêmên di bin kontrola xwe de li bakurê Sûriyê bi taybet ava kirine, bi cih bike.”

Rewangehê amaje bi wê kir, desthilatdarên Tirkiyê di du rojên borî de, zêdetir ji 300 penaberên Sûrî di deriyê Bab El-Selamê ya li Ezazê re vegerandin.

Ev yek di demekê de ye, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di destpêka vê mehê de ragihandibû, “Di çarçoveya proseya guhartina demografiya Efrînê de, Tirkiye 3 komelgehên niştecîbûnê li Efrînê ava dike, bi armanca bicihkirina malbatên çekaran û penaberên li Tirkiyê ne.”