Serokwezîra Îtalyayê: Endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê ne di rojevê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îtalyayê Giorgia Melonî ku duh di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de bi Erdogan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku mijara endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê niha ne di rojeva sereke de ye.

Melonî di dawiya lûtkeya NATOyê ya li Vilniusa paytextê Lîtvanyayê de, derbarê hevdîtina xwe ya bi Erdogan re û endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ji rojnamevanan re ragihand, "Ez dibînim ku ev mijar hîn pir dûr e, ji bilî helwesta me, ku helbet vê yekê wek pêşîn nabîne, di nav YE de jî gelek pirsgirêk hene.”

Melonî destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê hê jî li ser pêvajoya berfirehkirinê dixebite, di nav de jî welatên rojavayê Balkanê, lê pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê di şert û mercên niha de ne di rojevê de ye.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li hember endamtiya Swêdê bo NATOyê, şertê endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê dabû pêşiya hevpeymanên xwe yên rojavayî.

Beriya Lûtkeya Natoyê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser hewlên Tirkiyeyê yên bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê û got ku bila rêya Tirkiye bo Yekîtiya Ewropa bê vekirin, da ku Tirkiye jî rêya endamtiya Swêdê bo Natoyê veke.