Wezareta Derve ya Amerîkayê ji K24ê re: Biden piştgiriya firotana firokeyên F-16 bo Tirkiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden piştgiriya firotana firokeyên şer F-16 bo Tirkiyê dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Elizabeth Stickney ji K24ê re got, Amerîka piştgirîya hewildana Tirkîyê ya endambûna Yekîtîya Ewrupa dike.

Stickney got: “Rêveberiya Biden pêşwazî li biryara Tirkiye ya tevlîbûna Swêdê bo NATOyê dike. Her wiha got jî: “Em li bendê ne ku di demeke nêz de Swêd bibe endama daîmî ya NATOyê.”

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê nakokiyên NATO û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de ragihand, “NATO tifaqeke berevaniyê ye, ne hevpeymaniyeke êrîşkar e. Rêveberiya Joe Biden giringiyê dide hevkarîkirina Ukrayneyê. Em dixwazin ku Ukrayna di dema destpêkirina danûstandinan de di pêgeha herî bihêz de be.”

Ev yek piştî wê tê, Serokê Amerîkayê Joe Biden dema ji Lûtkeya NATOyê vedigeriya di firokeyê de bersiva pirsên rojnamegeran da û li ser pirsa firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyê got, ew jixwe piştrast e ku Tirkiye dê berdewam piştgiriya endamtiya Swêdê bo NATOyê bike û firokeyên F-16 jî bo Tirkiyê were firotin.