Kirîstiyanan li Hewlêrê li dijî biryareke Serokomarê Iraqê xwe pêşan dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Xirîstiyanan li qezaya Ankawa ya ser bi Hewlêrê ve li dijî biryara Serokomariya Iraqê ya ku li dijî Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luîs Sako hatibû derxistin, nerazîbûna nîşan dan.

Serokê Hevbendiya Keldanî ya Cîhanî Goran Ebdulcebar îro Pêncşemê di konferanseke rojnamevanî li ser navê xwepêşanderan got: Tiştê ku Serokomarê Iraqê kiriye bêrêzî ye li hember Kirîstiyanan ku destekî têkderane li pişt vê mijarê ye.

Got jî: “Em ji vê biryarê nerazî ne ji ber ku ev yek sivikatî û binpêkirina yek ji mezintirîn dêrên Iraq û Rojhilata Navîn e. Ev karesateke mezin e û dê bandoreke neyînî li ser civaka Kirîstiyan bike.”

Goran Ebdulcebar got: “Îro em wek Kiristiyanên ku li vir kom bûne, gelek xemgîn in ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku em li Iraqê bûne hedef.”

Ev yek piştî wê tê, Serokomarê Letîf Reşîd bi biryara komarî (31) di 3ê Tîrmeha 2023an de, biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013’an, ya taybet bi tayînkirina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako hilweşand.

Di Tîrmeha 2013an de, Ofîsa Serokomariya Iraqê nameyek ji Ofîsa Ewqafên Olên kiristiyan, Êzdî û Saîbe-Mendî re şandibû û tê de Kardînal Luis Sako wek Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê destnîşan kiribû.

Ji aliyê xwe ve, Ofîsa Serokmariya Iraqê îro di daxuyaniyekê de belav kir, “Hilweşandina Biryara Komarê ya hejmara 147’an ji bo sererastkirina rewşeke destûrî bû û ti sazî û dezgehên olî weke saziyên dewletê nayê dîtin. Kesên olî ne karmendên dewletê ne ku bi biryarnameyekê werin tayînkirin.”