Tirkiye zêdetir ji 60 salan e hewl dide bibe endamê Yekîtiya Ewropayê

Li gor pisporan Tirkiye krîterên mayî yên Kopenhangê bi cîh bine jî, ji ber metirsiya koça penaberan ber bi Ewropayê ve endamtiya Tirkiye bo Yekîtiya Ewropayê pêkan nîne.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Tirkiye ev ji zêdeyî 60 salan e hewl dide bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Berpirsên Tirk berî pesendkirina endamtiya Swêdê bo NATOyê ev daxwaza xwe ragihandin aliyê Ewropayê. Li gor pisporan Tirkiye krîterên mayî yên Kopenhangê bi cîh bine jî, ji ber metirsiya koça penaberan ber bi Ewropayê ve endamtiya Tirkiye bo Yekîtiya Ewropayê pêkan nîne.

Tirkiye berî ku ji bo endamtiya Swêdê ya di NATOyê de pesend bike daxwaza endamtiya Yekîtiya Ewropayê kir. Amerîka, Swêd piştgiriya xwe ji bo vê daxwazê ragihandin. Lê Almanya, Îtalya û çend welatên din ên Ewropayê bal kişandin ser cudahiya naveroka daxwaza Tirkiye û endamtiya Swêdê.

Li gor hin pisporan şerta ku Tirkiye pêşkêş dike ji hêla Ewropayê ve nayê qebûlkirin, sedema vê jî metirsiya koça penaberan e ber bi Ewropayê ve.

Pisporê Siyaseta Derve Mustafa Kemal Erdemol ji K24ê re diyar kir: “Ji bo Ewropayê ji endamtiya Swêde girîngtir ew e ku 9 milyon penaber ku li Tirkiyeyê dijî derbasî xaka wan nebe. Enqere krîterên Kopenhangê bi cîh bîne jî Yekîtiya Ewropayê ji ber metirsiya koça penaberan Tirkiye daxilî nava xwe nake. Pejirandina endamtiya Swêdê di NATOyê de ji hêla Tirkiyê ve nîşaneya avakirina pêwendiyên baştir ligel Amerîkayê ye. Ev yek nabe sedema bidawîbûna pêwendiya Rûsya û Tirkiye.

Tirkiye ji 72 krîterên Kopenhangê tenê 6 krîteran bi cîh neaniye ku ev jî zêdetir li ser mafên mirovî û serdestiya hiqûqî ye. 

Akademîsyen Prof. Dr. Ahmet Ozer ji K24ê re diyar kir: “Siyaseta derve û navxwe têkîldarî hev in. Peyamên li ser endamtiya Yekîtiya Ewropayê tê dayîn bo berjewendiya siyaseta navwxe ye. Desthilata Tirkiye li gor berjewendiya xwe dikare penaberan li dijî Ewropayê wek karteke siyasî jî rojên bê bi kar bîne. Lê Ewropa bi piştgiriya darayî Tirkiye dê qanih bike da ku penaber koçî Ewropayê neke.”