Rêveberê Şûnwarên Herêmê: Salane bi dehan tîmên biyanî serdana navçeyên şûnwarî dikin

Rêveberê Giştî yê Şûnwarên Herêma Kurdistanê Keyfî Mistefa ragihand, ji bilî avahiyên kelepûrî, tax û xaniyên şûnwarî, li Herêma Kurdistanê pênc hezar navçeyên şûnwarî hatine tomarkirin.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Giştî yê Şûnwarên Herêma Kurdistanê Keyfî Mistefa ragihand, ji bilî avahiyên kelepûrî, tax û xaniyên şûnwarî, li Herêma Kurdistanê pênc hezar navçeyên şûnwarî hatine tomarkirin.

Keyfî Mistefa ji Kurdistan24ê re ragihand, em di destpêka wê yekê de ne ku em wan navçeyên şûnwarî diyar bikin ku ji bo mebesta geştyariyê girîng in û sûd jê tê dîtin.

Mistefa destnîşan kir, ew bi awayekî berdewam kar li ser parastina şûnwarên Herêma Kurdistanê dikin û got: “Em xwedî çendîn pêgehên şûnwarî ne ku li ser asta cîhanê hatine nasîn, wek Keleha Hewlêrê, Şikefta Şaneder, Benda Cerwane û Xinis.”

Rêveberê Giştî yê Şûnwarên Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Keleha Hewlêrê bi fermî di lîsteya mîrata UNESCOyê de ye, herwiha ji bo tomarkirina cih û navçeyên din jî dixebitin.

Herwiha eşkere kir, salane bi dehan tîmên biyanî serdana navçeyên şûnwarî dikin.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di karnameya xwe de girîngîdana warê şûnwarî û kelepûrî di pêşîneya karên xwe de daniye û bi awayekî berdewam dixebite.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêştir ragihandibû: “Şûnwarên dîrokî beşek in ji sermayeya dîrokî û kultûrî ya welatê me, parastina wan erkekî me yê pêşîne dibe.”