Li ser rêya Duhok - Mûsilê bûyera trafîkê: 4 kesan canê xwe ji dest dan

Li ser rêya navbera parêzgehên Duhok û Mûsilê, di encama bûyereke trafîkê de çar kesan canê xwe ji dest dan.

Duhok (K24) – Li ser rêya navbera parêzgehên Duhok û Mûsilê, di encama bûyereke trafîkê de çar kesan canê xwe ji dest dan.

Îro 15ê Tîrmeha 2023an, bûyereke trafîkê li ser rêya Baedrê – Bedrîkê ya navbera parêzgehên Duhok û Mûsilê rûda û di encamê de çar kesan canê xwe ji dest dan.

Berdevkê Hatûçûna Giştî ya Polîsê Duhokê Azad Teha di daxuyaniyekê de ragihand, ew her çar welatiyên ku canê xwe ji dest dane, endamên malbatekê ne, du mêr, jin û zarokek in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bûyer di navbera otomobîleke taybet û barhilgirekê de rûdaye, herwiha eşkere kir ku bûyer nakeve sînorê parêzgeha Duhokê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Mesûd Wermêlî li ber Tiba Dadî ya Duhokê ragihand, her çar kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane, xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û 7 sal bû li kampeke parêzgeha Silêmaniyê niştecî bûn.

Eyaz ku hevalê Hazim (şofêrê otomobîlê), ji Kurdistan24ê re diyar kir, ew çar kes ji bo beşdarbûna taziyeya kesekî ku beriya Cejna Qubanê di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest dabû, diçûn Zaxoyê.

Eyaz dibêje, Hazim (şofêr) ligel bav, jin û zarokekî xwe di nav otomobîlê de bûn.