Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê budceya giştî ya Iraqê de doz vekir

Endamê Lijneya Darayî yê li Parlamentoya Iraqê Xelîl Xazî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê budceya giştî ya Iraqê de doz vekir.

Hewlêr (K24) – Endamê Lijneya Darayî yê li Parlamentoya Iraqê Xelîl Xazî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê budceya giştî ya Iraqê de doz vekir.

Xelîl Xazî ji Kurdistan 24ê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê maddeyên 2, 11, 12 û 13 yên budceya giştî ya Iraqê doz vekir û got, ev maddeyên ku doz hatiye vekirin, mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê ne, ku ew madde berevajî Destûra Iraqê ne.

Li ser cîbicîkirina budceya giştî ya Iraqê, Endamê Lijneya Darayî yê li Parlamentoya Iraqê Xelîl Xazî diyar kir, her dema ku rênimayên taybet bo cîbicîkirina budceyê werin derkirin, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê dê werin dayîn heta dema ku Dadgeha Federal biryar li ser vê doza Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide.

Xelîl Xazî eşkere kir ku dozvekirina li budceya giştî ya Iraqê, rêgiriyê li şandina mûçe û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê nake.