Li Duhokê nexweşxaneyeke navneteweyî ya taybet bi penceşêrê tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya avakirina nexweşxaneyeke navdewletî ya penceşêrê li parêzgeha Duhokê berdewam e, bi temambûna vê nexweşxaneyê, ew ê bibe navendeke sereke ya dermankirina penceşêrê li Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro ligel Parêzgarê Duhokê Elî Tatar serdana projeya avakirina nexweşxaneyeke navdewletî ji bo dermankirina nexweşiyên penceşêrê kirin û qonaxên karkirinê yên di wê projeyê de şopandin.

Avakirina vê nexweşxanê, yek ji wan projeyên stratejîk e ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve zevî, asankarî û molet hatiye dayîn. Bi temambûna wê re jî, dê bibe navendeke girîng a bijîşkî li Herêma Kurdistanê û Iraqê, ku biryar e bi nûtirîn kelûpelên bijîşkî û sîstemeke tendirustî ya pêşkeftî kar bike.

Nexweşxane ji sê avahiyan e, rûberê wê 11 hezar û 300 metre çargoşe ye û ji 17 qatan pêk tê, dê 40 norîngeh, 130 nivîn, 6 odeyên neştergeriyê, 80 odeyên nexweşan ên taybet û çend taqîgehan û beşên din jî tê de hebin.