Sîstanî helwesta xwe li hember çûna Patriyarkê Dêra Kildanî ji Bexdayê aşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji ofîsa Lêvegera Bilind a Olî Seyîd Elî El-Sîstanî hêvî xwest ku şert û mercên guncaw ji bo vegerandina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako bo Bexdayê peyda bibin.

Jêderekî nêzîkî ofîsa El-Sîstanî di daxuyaniyekê de ragihand: “Berpirsekî ofîsê pêwendiya bi Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako kir û mixabiniya xwe li hember wê awayê ku ligel wî hatiye kirin, nîşan da, ku ev yek li dijî pêgeha wî ya olî û neteweyî ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Wî jêderç hêviya xwe ji wî re anî ziman ku di zûtirîn dem de şert û mercên guncaw ji bo vegera wî bo baregeha xwe ya li Bexdayê peyda bibin.”

Ev yek piştî wê tê, Patrîkê Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako duhî biryar da ku ji Bexdayê vekişe û desthilatên xwe veguhêzîne Herêma Kurdistanê.

Çend roj berê Serokê Komarê Iraqê Letîf Reşîd biryara paşvekişandina biryarnameya Komarî ya ku Kardînal Luis Sako wek Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê destnîşan kiribû derxistibû.