Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamekê arasteyî xelkê Kifrî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ku arasteyî welatiyên Kifrî kir tê de ragihand, “Piştrast bin, ew ê di karîna me de be, em ê ji bo xizmeta we  bikin û bi ruhekî germ li gel we dibim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Welatiyên Kifrî yên hêja, silav û rêza min ji we re heye. Ji daxwazên we agahdar im û gihîştine destê min. Min biryar da ku di demek nêzîk de komîteyek taybet ji nûnerên Dîwana Encûmena Wezîran, Wezareta Navxwe û Îdareya Serbixwe ya Germiyê ava bikim, da ku daxwazên we bişopînin.”

Her wiha got: “Piştrast bin, ew ê di karîna me de be, em ê ji bo xizmeta we  bikin û bi ruhekî germ li gel we dibim.”

Niştecihên qezaya Kifriyê berî çend rojan li dijî kêmiya xizmetguzariyan dest bi grevê kirine û daxwaz ji Îdareya Serbixwe ya Germiyanê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku giringiyê bidin devera wan.