Çekdaran 3 welatiyên Kurd ji Efrînê revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kes revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa “Polîsa Leşkerî” roja 15ê Tîrmeha 2023an 2 kes (Husên Reşîd Hemze, Murad Husên Mihemed) ji gundê Kefir Sefrê revandin.

Da zanîn jî, Piştî ku çekdaran fidye ji Murad Husên Mihemed standin, ew berdan, lê çarenivîsa Husên Reşîd Hemze heta niha ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand, grûpa “Polîsa Medenî” ji roja 10ê Tîrmehê ve welatiyekî bi navê Ridwan Elî Hacî ji nava nahiya Raco revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan dibêje, ev kiryarên revandin bi awayekî sîstematîk û di çarçoveya plan û siyasetên guhartina demografiya herêma Efrînê de tê ku welatiyên Kurd bi kiryarên cuda neçar dikin ku koçber bibin û li şûna wan jî ereb û tirkmenên navçeyên din ên Sûriyê bicih dikin.

Her li ser vê mijarê, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, di çarçoveya proseya guhartina demografiya Efrînê de, bi piştevaniya Tirkiyê û rêxistinên din ên Qeterî, Kuweytî û Filistînî, 18 komelgehên niştecîbûnê ji bo bicihkirina malbatên çekaran û koçberên Sûrî yên Tirkiyê, li Efrînê hatine avakirin û kar li ser avakirina 4 komelgehên din jî niha tên kirin.