Li Tirkiyê firotina xaniyan daketiye asta herî kêm

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyê firotina xaniyan daketiye asta herî kêm a du salên dawîn. Li gor amarên fermî di meha Hezîranê de li gor heman meha sala borî firotina xaniyan ji %44,4 daket. Bihabûna xaniyan ku gihiştiye asteke bilind a dîrokî wek sedema daketina firotina xaniyan tê destnîşankirin. Ligel daketina firotinan jî bihayê xaniyan her diçe zêdetir dibe. Xelkê vî welatî jî ji ber bihabûnan û kêmbûna mûçeyan kirîna xaniyek wek xeyalekê dibînin.

Li Tirkiyeyê firotina xaniyan di meha Hezîranê de li gor heman meha sala borî ji %44,4 daket û hejmara xaniyên hatine firotin wek 83 hezar û 636 hat ragihandin.

Li gor amarên fermî yên ji hêla Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê ve hatine belavkirin heta 6 mehên ewil ên îsal yanê di 6 mehên dawîn de jî rêjeya firotina xaniyan li vî welatî ji %22,1 daket.

Bihabûna xaniyan ku gihiştiye asta herî bilind a dîrokî wek sedema daketinê tê destnîşankirin.

Serokê Komeleya Emlaqvanan li Stenbolê Adnan Yeşîltaş dibêje: “Di demeke kurt de bihayên xaniyan li Tirkiyeyê gelek zêde bû. Li gor par bihayên xaniyan herî kêm ji %100 zêdetir bû. Li Stenbolê kesek bixwaze xanî bikirre divê herî kêm 2 milyon lîre pere pê ra hebe. Lê hêza kirîna maddî ya welatiyan têrî kirrîna xaniyek nake. Tevî daketina firotinan jî bihayên xaniyan her diçe zêdetir dibe.”

Bi taybet li metropolên Tirkiyeyê kirêya xaniyan wek kêşeyeke mezin di nav xelkê de tê axaftin. Ji ber şertên giran ên darayî û daketina dahatên xelkê niha kirîna xaniyek bo welatiyek wek xeyalek e.

Kirêcî Kaya Çalişir: “Ev 40 sal in ez dixebitim, xaniyê ez lê rûdinim ne yê min e di kirê de me. Ji ber bihabûnan ne pêkan e ku ez bibim xwediyê xaniyekî.”

Welatî Omer Darbaz: “Niha li Stenbolê kirîna xaniyek xewn e. Salên berê mirov bi mûçeya xwe û hinek deyn dikir dibû xwediyê xanî. 10 sal berê min xaniyê xwe 80 hezar lîre kirrî, niha heman xanî nêzîkî 2 milyon lîre ye. Mûçe jî li beramberî van bihayan hindik dimîne, loma xanî nayê kirrîn.”

Di Hezîranê de 2 hezar û 625 xanî ji kesên biyanî re hatine firotin. Di nav wan de zêdetir kesên ji Rûsya, Îran û Iraqê ne cîh digirin.